1. Teqîna ku bi bombeyekî mezin li dijî servîsên leşkeran pêk hatiye. Xwedê bike tiştek bi neynoka kurdekî birûmet nebûbe wekî din cehnima wan bikim! xwedê wan bike êzingên cehnimê! |
|
17.02.2016 20:44 |
ceso
|
2. êrîşek gelek profesyonel e. dişibe mîna êrîşên pkkê û di vê pêvajoyê de dijminê herî mezin yê tirkiyê jî ew e lê dîsa jî dibe ku ne ew be. |
|
17.02.2016 22:01 |
simurg56
|
3. Encama êrîşên tirka li deverên kurda. Eger di bajaran de kurdan qetil bikin û bombe bavêje ser YPG, dawî dê ev bi. |
|
17.02.2016 22:08 |
hola êzîda
|
4. xwedê bizanibe ger nehatina kuştin ewê çend zarokan an kurdan qetil bikirina werhasil rê ewe têde çûne hinek neyarê kurda yên faşîst belî kêm bibin hinek bîhna kurda derê.. dibe pkkê kiribe kiribe baş kirîye ji ber ev şere û emê timî alîyê mazlûman bigrin.. dibe şerefsiza ji bû bikebin suriyê an dijberîya xwe û li hemberî pydê meşrû bike ev teqîne bi destê xwe jî kiribin dibe dibe jiber karê wan kuştine îhtimalek mezin heye ku pkkê kiribe jiber ku tirkîye naxwaze li rojava gukî bidest bixîne pkkê jî peyamek pê şandibe ji wanre.. |
|
18.02.2016 00:43 |
tirşikvanê tirşika kartola çêdike
|
5. Êrîşa kû dewleta tirk bi hinekan daye kirin û avête ser ypg û pyd da kû bibe sedemek ji bo tirko bikevê sûriyê. * |
|
18.02.2016 23:26 |
xwelî li ser
|
6. bobelat û bûyerên wilo mezin bi dil û hestan nayên nirxandin. ez hêvî dikim ku îslamîstên qûnbigû vê êrîşê pêk anîbin, ger ku kiryarên vê êrîşê ne ew bin an jî ew bin lê bes neyê sepandin wê ihale li ser ypg'yê bimîne. ne ku li ber mirinan dikevim û xwe diqehirînim, qet xema min nîn e lê ev êrîşa ha ne li gorî berjewendiyên kurdistanê ye. loma yên ji vÊ êrîşê kÊfxweş dibin; yan mêjîsist in ku ji rastiyÊn civatê dûr in û nikarin rasyonal bifikirin, yan jî xwe tatmîn dikin, bi hestên xwe dinirxînin. |
|
18.02.2016 23:27 ~23:30 |
ferhenga şikestî
|
7. teqîna ku kî pêk anîbe ferq nake: bivê bila tak be, bivê pkk, an daîş an jî elnusra ferq nake, kes nikare îspat bike ev êrîş ypg'ê kiriye. dewlet qûna xwe jî biçirîne nikare amerîka qanih bike ku YPGê ev çalakî kiriye. di sêrî de ev çalakî ne rêbazeke ypg'ê ye û ne feydeya ypg'ê ye. tu kara ypg'ê ji vê tiştê nîn e. heke bixwaze şer bike ma hewce ye were nava enqere wê li efrînê bersiva topên dewletê bide. ypg vê nake ji bo navê xwe yê pak pîs bike an jî rê bide hinekan navê wê bê pîskirin vêca wê bê nava enqerê bombeyan teqîne? zarokekê biçûk jî ji vê derewê bawer nake. ku duh amerîka daxuyanî da û got em nizanin kê wilê kiriye û wê alîkariya me ya ji bo YPGê bidome. |
|
19.02.2016 15:51 |
xendekî
|
8. êrîşeke teyrêbazên azadiya kurdistanê ye. Îşev tak'ê daxuyanîyek belav kir û ev teqîna li enqerê girt ser xwe û got ev çalakî ji bo gelê me yê li cizîrê hatî qetilkirin hatiye kirin. |
|
19.02.2016 18:50 ~2016.02.20 12:12 |
xendekî
|
9. ji aliyê tak'ê ve hatiye kirin. lê di vê rewşa ku hemû dewletên ewrupayê, amerîka û rusya piştgirî dane pyd'ê de çalakiyeke çiqas raste nizanim. çalakiyeke bi vî avayî pêwîst bû yan na? divê kurd xwe ji destê xwe ve xwe marjînal nekin, ji çalakiyên marjînal dûr bikevin. ev çalakî kêrî dewleta tirk hat yan kêrî kurdan hat nizanim. bê şîrove... |
|
20.02.2016 10:36 |
nazim tolhildan
|
10. ji aliyê takê ve hatiye kirin. rapora tiba edlî jî nîşan daye ku êrîş ji aliyê endamê takê abdulbaki sömer ve hatiye çêkirin. |
|
22.02.2016 20:16 |
simurg56
|
11. êrîşa min neşopand bê tirs ketiye dilê tirkan an na. êrîşek profesyonel bû. |
|
25.02.2016 21:23 ~2016.11.22 19:37 |
berxweda
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |